Kelha rastiyê – ÖMER LEVENTOĞLU

ÖMER LEVENTOĞLU
leventoglu@hotmail.com

Di dîroka mirovahiyê de tu mînakeke awerte nîne ku nêrin û nêzîkahî ya rewşenbîr û siyasetmedaran li hev were, hevûdu bigire, ew kesên ku desthilatdariya welatekî di bin deste xwe de digirin û xwedî fermandariyê ne rewşenbîran hez bikin. Birastî rewşenbîr jî tu car siyasetmedar heznekirine, lêbelê, di deste rewşenbîran de hêza fermandayînê nîne. Nikarin ji kesekî re fermana cezadayînê bidin. Leşker, dadgeh, hêzên desthilatdariyê bi destûra rewşenbîran tevnagerin. Her çiqasî pirtûkên wan, wêje, helbest, fîlm, muzîk an jî fikren wan li ser civakê bitesir be jî, dawiya dawî ferman ya siyasetmedaran e. Ji ber vê yeke, nakokî ya ku di navbera siyasetmedar û rewşenbîran de derdikeve holê, bê îstîsna ji nixûna rewşenbîran encam dide. Ji derfetên karên xwe dûr dikevin, şert û merca jiyana wan teng dibe, hin car ji dadgehan têne darizandin, polês nîvê şeve dêriya mala wan lêdide, hin car dikevin zindanan, heta hin car jî tene rasterast kuştin.

Dîrok ji mînakên bûyerên bi vî rengî ve têr û tijî ye. Hewce nake ku em yek bi yek nav hilbijêrin, lê jixwe gava tenê nava du însan ên zanyar û ramanger hilbijêrim, dê her kes bizanibe ku em dixwazin çi bêjin. Ji wan yek felsefevan Sokratesê Yewnanî, yê din Brûno… Ev herdu însan jî li himberî desthilatdariyê di cem rastiyê de cih girtin, bi tirşe desthilatdaran fikren xwe neguherandin, gavên xwe paşve neavêtin, mirinê qebûl kirin û ji rastiyê wê de neçûn.

Gelo çima? Çi ku birastî jî jiyan xweş e. Lê dîsa jî însan ji jiyana xwe derbas dibe, lê ji fikrên xwe derbas nabe. Çi ku rewşenbirî, bi fikrên xwe ve hebûn e. Rewşenbîr, hebûna xwe bi fikrên xwe ve girêdide û gava dev ji fikrên xwe berde, hebûna xwe jî têk diçe, wenda dibe, êdî wek însanek nikare di nav civakê de ji xwe re ciheke yekmêtro bigire. 

Kesê ku ji bo desthilatdariyê dixebite, ew kes, heke di partiyekî de newêribe kar bike diçe partiyeke din. Heke fikrek ji bo siyaset meşandina wî ji bo desthilatdariya kêrî wî neyê, hema di nav çirkekî de jî dikare fikrê xwe, rêya xwe, nexşe ya xwe, heta heval û hogirên xwe bihêle û derbasî fikreke din, nexşeyeke din, derbasî kom û partiyeke din be. Ev yek ji bo desthilatdariyê wek nan û av tiştekî asayî ye. Kes ji bo van yekan nikare kesî sûcdar bike. Çi ku bi vî hawî siyasetmedar pergala siyasetê dişuxulîne, lê gava zanyarek, ramangerek ji bo rewşeke xetere fikre xwe biguherîne, ew, hem adi wê demê de ji nasnameya xwe dûr dikeve, nasnameya xwe ya rewşenbîrtiyê hema di wê deme de wenda dike. 

Ji ber wê, kesên ku ji bo rastiya fikrên xwe bi desthilatdariyê ve rûbirû bûn, dijî wan ketin û bi tu awayî ji fikren xwe poşman nebûn, venegeriyan, ew rewşenbîr in. Gotin û berhemên wan xwedî nirx e. Ji ber wê ew fikren wan ji dadgeh û artêşên desthilatdaran hê bihêztir e. 

Dîrok Prometeûsê jî dîtiye Sokratesê jî… Dîrok Brûno’yê jî nivîsiye Sartre’ê jî. Dîrok ji me re dibêje “desthilatdariya Îngîlîstanê desthilatdariyeke wisa bû ku roj li ser wê nediqelibiya…” Lê Mahatma Gandhî tene bi rastiya fikrekî ve ew desthilatdarî ji erde ve yek kir…

Îro ew rastî, ew namûsa fikr û raman li cem Kurdan e. Ji Noam Chamski bigirin heta xebatkarekî Zanîngeha Colemêrgê, kesên ku li dijî zilm û zordariya li ser Kurdan deng rakirin û bi îmzeyên xwe ve li cem namusa fikrên rastiyê sekinin, ew kes, di himberî dîroka mirovahiyê de ji desthilatdaran bihêztir in. Divê her kes jî hema bi kevirekî ve, bi avek, bi dilopek xwedanê xwe ve be jî piştgirî bide ev îmzekeran û ew kelha a rastiyê ava bike.

Yorum bırakın