Hêla xwe zelal bikin!..XELÎL DALKILIÇ

XELÎL DALKILIÇ
x.dalkilic@gmail.com

Rejîma Tirk a dijkurd şerê xwe yê dawî li dijî Kurdan bi rê ve dibe. Ji bo vê yekê jî hemû amûr û rêbazên dijînsanî bikartîne. Êdî rewş wer bûye; ku tu kes nikane rexneyekê li memûrekî dewletê, AKP’iyekî, rêveberekî hikûmetê û bi taybetî jî li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bike, an jî gotinên aştî û demokrasiyê bîne zimên. Kî dixwaze gotinekê bike, gereke vegotinên wî teqez gorî dilê Erdogan bibin. Li hember gotin û pratîkên ne li gorî dilê wî, demikdest doz têne vekirin, ew wek xayîn tên binavkirin, têne girtin, ji kar têne avêtin û bi manşetên çapemeniya Erdogan ve kesayetiya wan tê lînçkirin…

Erdogan û rêveberiya AKP’ê ji ber ku pirr ditirsin; bi êrîşbirina hemû sazî û hêzên dewletê ve Kurdan û hêzên dijber terorîze dikin. Bi taybetî li dijî Kurdan her cûre şîdet û zilmê dixin meriyetê. Benê zilmê hinekî sist bikin, nizanin wê bêhna xwe ya dawî li ku derê bistînin. Ewqas sûcên dijînsanî pêkanîne ku ew bi xwe jî dizanin; bêyî darizandin û hesapdayînê nikanin xwe rizgar bikin.

Di rewşeke bi vî rengî de berdevkên dewletê bang li herkesî dikin ku aliyê ku piştgiriyê didin, bi aşkereyî diyar bikin; gelo aligirê dewletê ne, an yê aştîxwazan in? Ji xwe ew kesên aştîxwaz, ên ku banga aştî û çareseriyê dikin, giştan re dibêjin ’PKK’yî’ an jî alîgirê PKK’ê!..

Bi pêşketinên konjûnktûrî yên li Rojhilata Navîn ve girêdayî kes, partî û komên xwedî feraseta kevin a dewleta Tirk a heta îro dengê Kurdan û xelkên din birriye, ketine xema parastin û jiyandina wê. Niha partiyên ku xwe wek çepgir û sosyaldemokrat didin nasandin, ên mîna CHP’ê, neteweperestên Tirk ên çepgir û rastgir, komên muhafizekar, îslamîst û lîberal gişt li dora Recep Tayyîp Erdogan û AKP’ê kom bûne. Herkes ji hêla xwe ve mil dide ku rejîma riziyayî û êdî tu mecal tê de nemayî, li ser pê bidin sekinandin.

Li hember zilma dewletê, bêdengiya kûr a raya giştî hinekî bi çalakiyên komaleyên Elewiyan ve hate çirandin. Ji serê salê vir de li Tirkiyê û li derveyî welat di komaleyên Elewiyan de gireva birçîbûnê tê lidarxistin. Nûnerên komaleyan hevdîtinan pêk tînin; heyetan dişînin navçeyên hatine dorpêçkirin û banga aştiyê û vegera ser maseya muzakereyê dikin…

Piştî Elewiyan, akademîsyen, wêjevan, sînemavan, şanoger, hiqûqnas û rojnamevanan jî li hemberê polîtîkayên dewletê yên şer û komkujiyê dengê xwe bilind kirin û gotin; “em ê nabin hevparê vî sûcî.“ Rewşenbîr û hunermendan bang li hikûmetê kirin ku dev ji dorpêçkirin û hilweşandina navçeyan, kuştina jin û zarokan berde û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî vegere ser maseya diyalogê…

Wekî ku dihate payîn; ev banga aştiyê ji hêla Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, berdevkên rejîmê, CHP, MHP, kes, sazî û komên ‘millî‘ ve wek alîgiriya PKK’ê hate binavkirin, dozgeran li dijî aştîxwazan doz vekirin, rojnameyan manşetên wek ‘xayînno‘ avêtin, hinek akademîsyen hatin binçavkirin…

Yanî rewşa li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê herkesî mecbûr dihêle ku hêla xwe zelal bike û tu kes bêalî nemîne; an alîgirê dewleta zilmkar an jî alîgirê berxwedana Kurdan û rejîmeke demokratîk!.. Tu rê û rengê navber tune ye…

Rejîma zilmkar ji bo hebûn û berdewamiya xwe, gorî xwe polîtîkayeke ‘rast‘ bi rê ve dibe; karê xwe pirr cidî dike, xwe sist nake, kî li dijî derdikeve an jî piştgiriyê nade, mafê jiyanê ji dest digire, dengê wan dibire…

Li hemberî vê rewşê; gereke Kurd û hêzên mirovperwer û demokrat jî heman cidiyetê diyar bikin. Hêla xwe ya berxwedan, aştî, mirovparêzî û demokrasiyê saxlem û zexim bikin. Li hember hovîtiya dewletê karê xwe cidî hilgirin dest;bi rêxistinî bin û xwe sist nekin…

Kî li ser pê ma; rengê wan wê li jiyana sibêrojê bike. Bêdengî alîgiriya rejîma zilmkar e. Erdogan belkî ev cara yekê ye ku rast dibêje; aliyê xwe zelal bikin!..

Yorum bırakın